Senatorê Amerîkî Lindsey Graham di gotûbêjekê de bi Sky News re got ku biryara Amerîkayê li ser Îranê jixwe hatîye dayîn û amadekarîyên leşkerî jî pêk tên.
Graham, ku weke kesekî nêzîkî serok Donald Trump tê naskirin, got ku “Ev hemû keştî nayên vir tenê ji ber ku hewa xweş e.” Wî herwiha got, “em hewceyê tevgereke leşkerî li dijî Îranê ne.”
Senatorê Komarî amaje kir ku projeyeke hevbeş di navbera Amerîka û Îsraîlê de ji bo kêmkirina şiyanên rejîma Îranê di kuştina gelê xwe de heye û dikare bibe “nûçeyeke baş.”
Li gor Graham, li Îranê “guhertina rastîn bê qurbanî pêk nayê” û got ku alîkarî ji bo gelê Îranê “bi rê de ye.”
Senatorê wîlayeta South Carolina herwiha diyar kir ku şiyanên leşkerî niha tên avakirin û di amadekarîyeke baş de ne, “guhertin dê bi hefteyan be ne bi mehan.”
Wî amaje bi peyama berê ya serok Trump da, dema ku ji xelkê Îranê xwest ku xwepêşandanan berdewam bikin û got “alîkarî tê.”
Graham derbarê pirsekê ser “dema piştî ketina rejîmê” axivî û got ku ev mijar têkildarî gelê Îranê bi xwe ye, ne Amerîka. Wî got: “Ne erkê min e ku Îraneke nû ava bikim, lê erkê min e ku derfetê bidim Îranîyan welatê xwe ava bikin.”
Graham di platforma X'ê de bi peyamek kurt besiva gefên Rêberê Bilind ê Elî Xamineyî yên li dijî Amerîka da û got "em di film de hevdu bibînin," paşî vedigere û dibêje "Min jibîr kir ku sînema we tuneye."
Axaftinên serantorê Amerîkayî di demekê de tên ku danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de hêdî birêve diçin. Her çend herdu alî piştî civîna Cinêvê got ku pêşketin heye, lê cudahîyên serekî hîn jî hene.
Îran danûstandinan tenê bi bernameya navokî re sînordar dike, lê Amerîka dixwaze bernameya mûşekî û piştgirîya komên herêmî û grûpên çekdar yên ku Îran piştgirîya wan dike jî di nav danûstandinan de bin.