Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan kargeha Qum ya çêkirin û berhemanîna motorên turbîneyên taybet ji bo dronan ji aliyê supaya Pasdarên Îranê ve tên bikaranîn aramnc girtine.
CENTCOM di hesaba xwe ya platforma X'ê de dîmenên avahîya bingeha hilberîna wan turbîneyan nîşan dide, li gor wêneyên satelaytê yên ku ji destpêka Adara 2026'an ve hatine weşandin, xuya dikin ku encamên êrîşên esmanî yên Amerîkayê li ser wê navendê li bajarê Qumê serkeftîye bûye, ku tê ragihandin bi hilberîna motorên ku di dronên leşkerî de têne bikar anîn ve girêdayî ye.
Tê bawerkirin ku êrîş beşek ji hewldanên berfirehtir ên ji bo têkbirina şiyanên dronên Îranê ne, ku di pevçûnên herêmî de zêde û bi domdarî têne bikar anîn.
CENTCOM bê ku hûrgiliyên operasyonê û rêjeya tevahî ya zirarê eşkere bike, dîmenên vîdyoyî yên berî operasyonê û piştî operasyonê nîşan dide ku tê dîtin avahîyê wê navendê bi temamî hatîye hilweşandin.