Hikûmeta Amerîkayê sizayên nû li dijî 14 kes û kompanîyên li Îran, Tirkiye û Îmaratên Erebî yên Yekbûyî yên ku bi dabînkirina çekan ji Komara Îslamî ya Îranê re têne tawanbarkirin, ragihand.
Wezareta Xezîneya Amerîkî dibêje ku ev alî beşdar bûne di dabînkirin an veguhestina çek û alavên leşkerî de ji bo rejîma Îranê.
Wezîrê Xezîneyê Scott Bessent got, "Divê lêpirsîn li dij rejîma Îranê were destpêkirin ji ber rehînegirtina bazarên enerjiyê yên cîhanî û êrîşên bi mûşek û dronan yên ku sivîlan dikin armanc."
Bessent herwiha got, "Di bin serokatiya Trump de, wekî beşek ji Operasyona Hêrsa Aborî, Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê dê bikeve pey wan pere û alîkariyên ji bo rejîma Îranê diçin, û wan kesên ku hevkariyê bi Îranê re dikin, dê wan bişopînîn û armanc bigirin."
Hikûmeta Amerîkî dibêje ev siza dê di çarçveya operasyona Hêrsa Aborî de piştgirî bidin "Operasyona Hêrsa Dastanî ", ku li gorî fermanên Serok Donald Trump ji bo dijberîya bernameyên çekan ên Îranê pêk hatine.
Daxuyanîya Hikûmeta Amerîkî destnîşan kir ku Washington dê hemî rêbazên berdest bikar bîne da ku çalakiyên Îranê yên ku weke gef tên dîtin, têk bibe û li dijî wan derkeve, da ku berjewendiyên Amerîkayê biparêze.