Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Pêncşemê êvarê li ser hesaba xwe yê Truth Social got, "Sê keştiyên firokhilgir ên Hêza Deryayî ya Amerîkayê ji Tengava Hormuzê di bin agirê hêzên Komara Îslamî de derbasbûn."
Trump îşaret bi êrîşên mûşek, dron û gemîyên bilez yên Îranê da û got, "Ew bi tevahî hatin wêrankirin, û hejmareke mezin ji keştiyên bilez ji alîyên hêzên Amerîkî ve demûdest û bi bandor ber bi binê deryayê ve hatin şandin."
Wî got, "Mûşekên wan jî bi hêsanî hatin astengkirin û xistin xwarê, weke çawan dronên wan jî xistin xwarê û bi xweşikî ketin di avên deryayê de, mîna perperokek dikeve di gora xwe ya mirinê de."
Serok Trump got jî, “welatekî asayî be, dê rê bide derbasbûna wan keştiyan, lê Îran ne welatekî asayî ye. Ew ji hêla dînan ve tê rêvebirin û heke derfeta wan hebûya ku çekên navokî bikar bînin, ew ê bêguman wan bikira, lê dê ti carekî derfet ji wan re nebe ku çekê navokî hebe, ger ku ew peymanekê çê nekin, dê gelek dijwartir li wan were xistin.”
Wî got, "Sê keştiyên firokhilgir ên Amerîkî bi karmendên xwe yên jêhatî re niha vedigerin da ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê, ku bi rastî jî mîna dîwarekî pola ye, bicîh bînin."
Ji hejî gotinê ye ku Serokê Trump piştî êrîên Îranê ji ABC News re ser bersivdana hzêzên Amerîkî ya êrîşên Îranê gotbû ku êrîşên Amerîkayê wek "derbeyek sivik" in, û agirbest hîn jî dom dike û di ciyê xwe de ye.