Koşka Sipî Raporta Televizyona Îranê Derbarê Reşnivîsa Peymanê Red Dike

Tengava Hormuzê, Musandam, Oman, May 22, 2026. REUTERS/Stringer

Koşka Sipî îro Çarşemê ragihand ku raporteke televizyona dewleta Îranê derbarê çarçoveyeke nefermî ji bo rêkeftineke çaverêkirî di navbera Amerîka û Îranê de ne rast in.

Televîzyona dewleta Îranê roja raportek belav kiribû tê de dibêje ku Tehranê çarçoveyeke reşnivîsa nefermî ji bo rêkefitnekê ligel Washington wergirtiye.

Lê Koşka Sipî got ku ew raport "bi tevahî sexte" ye.

Kanala Fox New ragihandibû ku televizyona dewleta Îranê diyar kiriye ku di bin vê çarçoveyê de, Îran dê bihêle ku keştîyên bazirganî yên bi rêya Tengava Hormuzê di nav mehekê de vegerin asta berî şer.

Di berdêla wê de, Amerîka dê hêzên xwe yên leşkerî ji derdora Îranê vekişîne û dorpêça deryayî ya li ser benderên wê rake.

JD Vance, Cîgirê Serokê Amerîkayê, di daxuyanîyên ji bo kanala NBC News de gotibû ku ew hêvî dike lihevkirinek çêbibe, lê hişyarî da ku rêveberîya Amerîkayê balê dikişîne ser misogerkirina rêkeftinekê ku Îran soz bide di siberojê de wê binpê neke.

Hêjayî gotinê ye ku rêkeftina çaverêkirî ya Amerîka û Îranê ji encama danûstandinên nerasterast ên ku piştî şerê ku di Sibata borî de hatibû destpêkirin, ku tê de Pakistan rola navbeynkarîya sereke di navbera herdu alîyan de dilîze.