Îran Agirbestê Binpê Dike û Amerîka jî Bersiva Êrîşên Wê Dide

Amerîka Bersiva Êrîşên Îranê Dide (CENTCOM)

Balafirên şer ên Amerîkî çend bingehên leşkerî yên Îranê li Tengava Hormuzê bombebaran kirin piştî ku Îranê êrîşên xwe yên li ser tankerên petrolê berdewam kirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) roja Şemiyê got ku Serok Donald Trump, fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Amerîkayê, fermana êrîşên esmanî yên zêdetir li ser çend bingehên binesaziya leşkerî ya Îranê daye.

CENTCOM, dibêje ku piştî bombebaranên duh ên Amerîkî di bersiva êrîşa Îranê ya li ser Ever Lovely de, Îranê derfetek hebû ku agirbestê bicîh bîne, lê wê pabendnebûna bi agirbestê hilbijart.

CENTCOMê got, îro Şemiyê demjimêr 4:30 serê sibê li gor dema Rojhilatê Amerîkayê Îranê bi dronan êrîşî keştiya petrolê 'Kiku' kir, ku alayê Panama li ser bû nêzî 2 milyon bermîlên petrola xav hilgirt bûn, dema ku li Tengava Hormuz derbas dibû hat aramnckirin.

CENTCOMê, di daxuyaniyekê de got, "Îro, hêzên me rasterast bertek nîşanî dijminatiya berdewam a Îranê dan û balafirên şer ên Amerîkî binesaziya çavdêriya leşkerî ya Îranê, sîstema têkilîyan û çavdêriyê, bingehên berevaniya esmanî, bingehên avêtina dronan û yekîneyên çandina mayînan ên deryayî armanckirin."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê got jî ku tevgera keştîyên bazirganî li Tengava Hormuzê berdewam dike û hêzên Amerîkî hişyar û bi hêz bo her bersivdabnkê amade ne.