CENTCOM: Êrîşên Dawî yên Li Dijî Îranê Temam Bûn

Hêzên CENTCOMê di dema amadekariya êrîşên ser Îranê. 22 Tîrmehê.

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku êrîşên herî dawî yên şeva borî li dijî armancên leşkerî yên Îranê temam bûn.

CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de got, "Di 22'ê Tîrmehê de, demjimêr 10:30'ê şevê bi dema rojhilatê Amerîkayê (ET), hêzên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê, ji bo şeva 12'emîn li pey hev, xoleke din a êrîşan li dijî Îranê temam kirin.

Daxuyanîya CENTCOM'ê dibêje "Hêzên Amerîkayê li armancên leşkerî yên Îranê xistin, di nav de şiyanên deryayî, bingehên depokirina mûşek û dronan, cihên çavdêriya peravê û hebûnên berevanîya esmanî. "

"Êrîşan şiyana Îranê yên êrîşkirina deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî lawaztir kiriye," CENTCOM'ê got.

Di vê mehê de, hêzên Amerîkî bi dehan cihên leşkerî yên Îranê di nava axa wî welatî de armanc girtin, di heman demê de dorpêça li dijî Îranê ji nû ve bihêz destpê kiriye.

CENTCOM'ê dibêje hêzên wan arasteya neh keştîyên din yên bazirganî bi gumana binpêkirina dorpêçê guherandîye rê li ber wan keştîyan girtîye ku bikevin benderan an ji benderên Îranê derkevin.

Zêdetirî 50,000 endamên hêzên Amerîkî li seranserê Rojhilata Navîn dixebitin û bi baldarî û bi hişyar, di amadekarîyan de.