CENTCOM Dibêje Îddîaya Pasdarên Îranê ya Lêxistina Du Keştîyan Derew e

Keştî li Avên Deryayî yên li Rojhilata Navîn

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Çarşemê di peyameke xwe ya li ser platforma X'ê de ragihand ku îddîya pasdarên Îranê (IRGC) a derbarê lêxistina du keştîyên cengê yên Amerîkayê ne rast e.

Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) doh Sêşemê di daxuyanîyekê de îddîa kiribû ku wan du keştîyên cengê yên Amerîkayê li avên deryayî yên li Rojhilata Navîn armanc girtine û li wan xistine.

Lê CENTCOM'ê, wê îddîayê red dike û dibêje ku ti keştîyek cengê ya artêşa Amerîkayê nebûye armanca êrîşên pasdaran.

Di heman demê de, hêzên CENTCOM'ê di hefteya dawî de 10 tankerên Îranî ku wekî beşek ji toreke veşartî ya bi mîlyaran dolar têne pênasekirin, wêran kirin.

Ev tor wekî mekanîzmayek ji bo fînansekirina Pasdarên Îranê tê pênasekirin.

CENTCOM'ê doh jî di daxuyanîyekê de ragihand ku hêzên wan pênc keştîyên petrola Îranê wêran kirine.