CENTCOM: Mîlîşyayên Girêdayî Îranê Alîkarîya Dravî ji Pasdaran re Dişînin

Fermandarê CENTCOMÊ Admîral. Brad Cooper

Brad Cooper, fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), ragihand ku mîlîşyayên girêdayî Îranê li welatên herêmê pere ji bo Supaya Pasdaran dişînin.

Fermandarê CENTCOMê dide zanîn ku, ev yek ji ber zextên aborî yên ku ji ber operasyonên leşkerî û cezayên Amerîkayê li ser Îranê hatine sepandin, pêk tê.

Di vê demê de ku çavkaniyên nûçeyan behsa amadekariyên Artêşa Amerîkayê ji bo dibe ku operasyonên leşkerî yên berfireh li dijî Îranê ji nû ve dest pê bikin, rêveberiya Serok Donald Trump zextên aborî û cezayên tund li ser Tehranê didomîne.

Li gorî ajansa Axios, berpirsên Amerîkî bawer dikin ku ev zextên aborî pirsgirêkên mezin ji bo Îranê û hêzên wê yên ewlehiyê çêkirine. Ew zext herwiha bûne sedema zêdebûna bêhêvîtî û hêrsê di nav rêveberiya Îranê de, û di çend hefteyên dawî de helwestên wê yên êrîşkar zêde bûne.

Hikûmeta Amerîkayê dibêje ku ew ê zextan bidomîne heta ku Îran di derbarê bernameya xwe ya navokî de lihevhatinê bike û dev ji çalakiyên ku Washington wan wekî terorîzmê binav dike, berde.

Zextên aborî li ser Îranê

Cooper êvara roja Înê di peyameke vîdyoyî de ragihand ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê bûye sedema windakirina 25 milyar dolar dahata neftê ji aliyê Îranê ve.

Wî her wiha got ku CENTCOM û Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê di çend hefteyên dawî de karîne 350 milyon dolar sermayeya dîjîtal a Îranê asteng bikin.

Cooper eşkere kir ku komên çekdar ên ku ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin, niha neçar mane ku ji bo piştgiriya Supaya Pasdaran pere bişînin.

Wî got: “Hikûmeta Îranê mûçe û mafên darayî yên xebatkarên pîşesaziyên neft û enerjiyê, hilberînê, avahîsaziyê, ewlehiyê û heta endamên xwe yên Supayê Pasdaran jî nade.”

Li gorî Cooper, zexta darayî ya li ser hêzên leşkerî yên Îranê ewqas giran e ku rapor hene dibêjin komên çekdar ên nêzîkî Îranê li seranserê herêmê mûçeyên çekdarên xwe nedane, da ku bikaribin pere ji bo Supayê Pasdaran bişînin. Wî got ku supayê Pasdaran jî nikare mûçeyên leşkerên xwe bide.

Zêdebûna êrîşan li Tengava Hormuzê

Fermandarê CENTCOM zêdebûna êrîşên Îranê li dijî keştiyan li Tengêya Hormuzê bi “bêçarebûna” Supayê Pasdaran ve girêda.
Cooper got jî ku Tengava Hormuzê hîn jî vekirî ye. Li gorî wî, di hefteya borî de nêzîkî 400 keştî û 100 milyon bermîl neft ji vê tengayê derbas bûne.

Your browser doesn’t support HTML5

Fermandarê CENTCOMê Agahîyên Derbarê Îranê Radigihîne