Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê îro Sêşemê di daxuyanîyekê de ragihand ku esmanê Îraqê li hember geşt û firînan dîsa hat vekirin, û balafirên bazirganî bi awayekî sînordar dest bi kar kirine.
Lê balyozxaneyê hişyar da ku metirsîyên ewlehîyê hîn jî li esmanê Îraqê hene, di nav de metirsîya êrîşên mûşek û dronan.
Balyozxaneyê dîsa bang li welatîyên Amerîkî kir ku Îraq di asta hişyarîya çaremîn de ye (asta herî bilind), û xwest ku ji bo ti sedemek be sefera Îraqê nekin. Balyozxaneyê herwiha ji welatiyên Amerîkî yên ku niha li Îraqê ne xwest ku "bilez ji welatî derkevin."
Di daxuyanîya balyozxaneyê de hat gotin ku milîşyayên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê, hîn jî planên êrîşan li dijî welatîyên Amerîkî û armancên girêdayî Amerîkayê li hemû deverên Îraqê didomînin, di nav de jî Herêma Kurdistanê.
Hin alîyên girêdayî hikûmeta Îraqê têne tawanbarkirin ku alîkarîya siyasî, darayî û operasyonên çekdarî didin wan komên bi piştgirîya Îranê.
Balyozxaneyê herwiha diyar kir ku tevî fermana derketina neçarî, mîsyona Amerîkayê li Îraqê hîn jî kar dike da ku alîkarîya welatîyên Amerîkî bike.
Balyozxaneyê şîret da welatîyan û got, "kes neyê balyozxaneyê li Bexdayê an jî konsulxaneya giştî li Hewlêrê, ji ber metirsîyên bilind ên ewlehîyê."
Wê got "Welatîyên Amerîkî yên ku pêdivîya wan bi alîkarîyê heye dikarin bi rêya emailê têkilîyê bikin."
Balyozxaneyê di malpera xwe ya fermî de email û telefon danîne ji bo rewşên awarte û pêdivîyên lezgîn.