Rubio ligel Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Kom Dibe

Marco Rubio Wezîrê Drerve yê Amerîka û Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Cho Hyun

Wezîrê Derve yê Amerîka Marco Rubio bi Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Cho Hyun re civîya.

Wezareta Derve li ser navê peyvdar Tommy Pigott daxuyanîyek weşand, tê de got ku Wezîrê Derve Rubio roja Sêşemê di civîna bi hevtayê xwe yê Koreyî re bal kişand ser têkilîyên bihêz û domadar yên di navbera Amerîka û Koreya Başûr de.

Rubio spasîyên xwe arasteyî Koreya Başûr kirin ji ber girîngî û pêşengîya rola wê di avakirina zincîrên dabînkirina mîneralên ewle, xweragir û cûrbicûr lîstiye.

Rubio û Wezîrê Derve yê Koreya Başûr Cho li ser rêbazên pêşxistina Hevpeymanîya herdu welatan rawestîyan û tekezî li ser ajendaya pêşketî ya lûtkeyên Serok Trump û Serokê Koreya başûr Lee Jae Myung li Washington û Gyeongju, gotûbêj kirin.

Trump û Lee li hev kir ku li ser enerjîya navokî ya sivîl, çêkirina keştîyan û zêdekirina weberhênanên Koreya Başûr ji bo ji nû ve avakirina pîşesazîyên krîtîk ên Amerîkî, ji nêz ve bixebitin.

Herdu wezîran pabendbûna xwe ya ji bo bêçekkirina tevahîya Koreya Bakur ya çekên navokî ji nû ve piştrast kirin.

Wan herwiha tekezî li ser girîngî û hevkarîya sêalî ya Amerîka, Japon û Koreya Başûr di parastina aramîya herêmî û Hindo-Pasîfîk a azad û vekirî kirin.