Dengê Amerîka îro Duşemê 6ê Tîrmehê bernameyên xwe yên televîzyonê bi herdu zaraveyên Soranî û Kurmancî ji Washingtona paytext rojane, ji Duşemê heta Înê bi rêya setelaytê dest bi weşan xwe kir.
Temaşevan dikarin her roj li gorî dema Washingtonê demjimêr 2:00 piştî nîvro û li gorî dema Amed, Hewlêr, Mihabad û Qamişloyê demjimêr 9:00 êvarê bernameyan temaşe bikin.
Di heman demê de, hemû bername bi şêweyekî zindî li ser platformên medya civakî yên Dengê Amerîka jî tên weşandin.
Weşan bi setelayta Yahsat Y1A (52.5°E) tê belavkirin. Agahdarîyên teknîkî yên weşanê ev in: Downlink Frequency: 11.938 GHz, Symbol Rate: 27.5 MSym/s, FEC: 3/4, Polarization: Horizontal (H) û Modulation: DVB-S2, 8-PSK.
Dengê Amerîka bang li temaşevan û şopînerên xwe dike ku ji bo temaşekirina bernameyan frîkansên nû li telefon û kompiyoterên xwe qeyd bikin.