Wezîrên Derve yên Amerîka û Meksîko Ser Koçberî û Ewlekarî Axifîne

Wezîrê Derve yê Meksîko Juan Ramon de la Fuente îro Çarşemê ji rojnamevanan re got ku ew bi hevtayê xwe yê Amerîkî Marco Rubio re axifîye.

De la Fuente dîyar kur ew di danûstandina fermî ya pêşî de ser ewlekarî û koçberîyê peyivîne.

Seroka Meksîko Claudia Sheinbaum dîyar kir ku her du wezîran bi awayekî ‘’pir germ’’ danûstandin kirine.

Sheinbaum got ku Rubîo do Sêşemê piştî li Washingtonê dest bi kar kiriye ji wezîran ewilî bi wezîrê wan yê derve re axifîye.

Rubio yê Kubayî û Amerîkî, Latînê pêşî yê li meqameke bilind e û ew dikare bi zimanekî siwar Îspanyolî biaxife.

Berbijarîya Rubio ya jibo Wezîrtîya Derve pêr Duşemê bi yekdengî hat pejirandin

Jêder: Reuters