Bi Amadebûna Serok Trump Roja Leşkerên Cangorî di Merasîmekê de Pêkhat

Serok Trump Destegul datîne ser gora Leşkerê Winda - Tomb of the Unknown Soldier

Di merasîma fermî ya roja Leşkerên Cangorî (Memorial Day) de îro Duşemê, li Arlington li Goristana Niştîmanî hate lidarxistin, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi gotarekê rêz li leşkerên Amerîkî yên ku di şeran de canê xwe jidest dane girt.

Di vê merasîmê de Cîgirê Serok JD Vance û Wezîrê Berevanîyê Pete Hegseth û Serokê Fermandarîya Giştî ya Artêşa Amerîkayê Dan Caine jî amade bûn û axaftin kirin.

Serok Trump di axaftina xwe de got ku neteweya Amerîkayê “bi fedakarîya qehremanên xwe li ser piyan dimîne.

Serok Trump got, “Em ê her tim qurbanîya leşkerên xwe bi bîr bînin. Wan ji bo azadî, ala Amerîkayê û berevanîya gelê xwe can dane.”

Serok Trump diyar kir ku hêz û yekîtiya Amerîka ji ruhê leşkerên wê tê û gel divê her tim malbatên wan qehremanan piştgirî bike.

Serok Donald Trump di gotara xwe de bal kişand ser qeheremanîya leşkerên Amerîkî di çalakîyên leşkerî yên herî dawî de di dema operasyona "Hêrsa Dastanî," li dijî rejîma Îranê.

Trump car din tekez kir "Ewê ti caran nehêlin Îran bibe xwedî çekê navokî."

Cîgirê Serokkomar JD Vance jî gotarek kurt pêşkeş kir, wî di gotara xwe de bal kişand ser girîngîya rêzgirtina ji bo malbatên leşkeran, û ew bi "Gold Star" bi nav kirin.

Wî got ku "Roja Bîranînê ne tenê rojeke fermî ye, lê rojeke bîranîna fedakariyên mezin e."

Vance got, “Azadiya ku em îro tê de dijîn, bi xwîna qehremanên Amerîkî hatiye parastin.”

Wezîrê Berevanîyê Pete Hegseth jî di merasîmê de axivî û got ku hêzên çekdar yên Amerîkayê dê bi hêz û disiplin dom bikin. Wî got ku leşkerên ku can dane “nimûneyên rastîn ên welatparêziyê” ne.

Hegseth bang li gel kir ku yekîtî û piştgiriya artêşê biparêzin, bi taybetî di demên dijwar de.

General Dan Caine beşdarî di merasîmê de kir û got, “Roja Bîranînê roja xemgînî û spasdarîyê ye.” Wî bal kişand ser fedakariya leşkerên Amerîkî yên ku di şeran de can dane.

Caine got, “Em hewl didin ku em layiqê qurbanîya wan bin,” û bang li gel kir ku her tim rêzê li qehreman û cangorîyên welatê xwe bigirin.

Merasîm bi danîna destegul ji alîyê serok Trump li ser gora Leşkerê Winda (Tomb of the Unknown Soldier) li goristana Arlington hatbû destpêkirin. Piştî wê dua û çalakiyên rêzgirtinê ji bo leşkerên cangorî hatin kirin.

Gelek malbatên leşkeran, berpirsên siyasî û endamên hêzên çekdar di merasîmê de beşdar bûn.