Karbidestekî Amerîkî: Balyozxaneya Amerîka li Lubnanê Hin Karmendên Xwe Vedikişîne

Wezareta Derve ya Amerîka

Karbidestekî payebilind ê Wezareta Derve ya Amerîka roja Duşemê ji Dengê Amerîkayê re got ku ferman hatiye dayîn ku karmendên hikûmetê yên nehewce û malbatên wan ên li balyozxaneya Amerîkî li Beyrûtê hene, ji Lubnanê derkevin.

Reuters li gor karbidestê Amerîkî radigihîne ku Amerîka ji ber girjîyên li herêmê û îhtîmala derketina şerekî bi Îranê re karmendên xwe yên ne bingehîn, ji baloyzxaneya xwe ya Beyrûtê vidikîne.

Karbidestê payebilind ê Wezareta Derve got, "Em bi berdewamî rewşa ewlehîyê dinirxînin, û li gorî nirxandina me ya dawî, me biryar da ku ew dê baştir be ku em hejmara karmendan kêm bikin û tenê karmendên bingehîn bihêlin."

"Balyozxane bi karmendên xwe yên bingehîn karê xwe berdewam dike. Ev tedbîrek demkî ye ku armanc dike ewlehîya karmendên me misoger bike û di heman demê de şiyana me ya kar û alîkarîya welatîyên Amerîkî biparêze," karbidest got.

Skynews jî li gor Karbidestê Amerîkî bi şertê ku navê wî neyê eşkerekirin, got ku Wezîrê Derve Marco Rubio hîn jî plan dike ku serdana Îsraîlê bike, lê bername dikare were guhertin.

Li gor raportan karbidestekî Amerîkî li firokxaneya Beyrûtê gotîye ku 32 karmendên balyozxaneyê, digel endamên malbatên wan, roja Duşemê ji firokxana Beyrûtê firîn e.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Amerîka hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn zêde dike, û serok Donald Trump roja Pêncşema borî hişyarî da ku eger danûstandinên bi Îranê re neçin serî "dibe ku tiştên xirab biqewimin."