Rubio ligel Hevtayên Xwe yên Brîtanî û Erebistana Siûdî ser Rejîma Îranê Axivîn

State Department

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Marco Rubio di peywendîyeke telefonî de bi hevtaya xwe ya Brîtanî Yvette Cooper re axivî.

Daxuyanîya wezaretê dibêje ku Rubio ser şerê li hember rejîma Îranê bi wezîra derve ya Brîtanyayê re axivî. Di peywendîyê de herdu wezîran di danûstandina xwe de girîngî da berdewamîya hevrêzîya nêzîk li ser ewlehîya Rojhilata Navîn û tekezî li ser berfirehkirin û bihêzkirina têkilîyan kirin.

Herwiha, Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîr Rubio bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Prens Feysel bin Ferhan Al Siûd re axivî.

Daxuyanîya wezaretê dibêje Rubio êrîşên rejîma Îranê yên li dijî Erebistana Siûdî şermezar kirin.

"Herdu Wezîrên Derve li ser çawanîya xurtkirina parastina Erebistana Siûdî axivîn, di demekê de ku Îran êrîşkarîya xwe ya bê bingeh li dijî armancên sivîl li herêmê û bi taybet li Erebistana Siûdî didomîne," daxuyanîya wezaretê got.