Ajans: Li Qazaqistanê Gereke Nû ya Gotûbêjên Derbarê Sûriyê Destpê Dikin

Arşîv: Civînên Astana, Kazaxistan 16.02. 2017

Ajansa Reuters ji Moskow radigihîne ku 14î Adarê gerek nû ya danûstendinên derbarê rewşa Sûriyê dê bihên destpêkirin.

Herweha ajansa Nûçeyên Rûsî roja Çarşemê dibêje, hatiye pilankirin ku opozisyona Sûrî herweha Rûsya, Îran û Tirkiye dê li Astana paytexta Qazaqistan'ê cardin gerek nû ya gotûbêjan derbarê Sûriyê bidin berdewamkirin, bê ku bihê zanîn kanê şanda hikûmeta Sûrî beşdar dibe yan na, tê gotin ku ev civîn tenê girêdayî pirsên hunera danûstendinên dahatîye.

Rûsya dibêje, ew di wê bawerê de ye ku gotûbêjên di navbera 15-16 Şiwata borî li Astana alîkar bûn jibo encamdana civînên vê dawiyê li Cenevre yên ku bi pêşengiya Netewên Yekgirtî pêkhatîn.

Di her danûstendineke derbarê aştiya li Sûriyê de, biryara agirbestê tê stendin, lê hertim agirbest tê û şer li dij rêxistinên Îslamî yên radîkal tên berdewamkirin.