Lavrov Dibêje Dîplomatên Rûsî û Amerîkî Sibê li Stenbolê Dicivin

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov roja îro got ku tevî sivikbûna girjîya peywendîyên navbera Rûsya û Amerîka, her du alîyan wê sibê Pêncşemê li Stenbolê bicivin û li ser çareserkirina pirsgirêkên girêdayî balyozxaneyên xwe gotûbêj bikin.

“Civînek wiha wê sibê li Stenbolê pêk were. Ez geşbîn im ku encamên erênî derkevin û emê nîşan bidin ku em çiqas zû û bi bandor dikarin pêşve biçin," Lavrov îro di dema serdana xwe ya Qatarê de got.

Serokê Amerîka Donald Trump ji dema ku meha borî hate ser kar sîyaseta derve ya Washingtonê guhert.

Wî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re têkilî danî û piştî sê salan cara yekê bi Moskowê re danûstandina asta bilind destpê kir.

Çaverê ye ku di civîna dawî de li ser çareserkirina pirsgirêkên dîplomatîk nîqaş hebin, piştî ku her du alî di dema rêvebirîya serokê berê yê Amerîkî Joe Biden de, karmendên balyozxaneyên xwe vekişîbûn.

Lavrov û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di 18ê Sibatê de li paytexta Erebistana Siûdî Rîyadê civîbûn û li ser destpêkirina gotûbêjan li ser şerê Ukrayna, bê hebûna Kîev li hev kiribûn.