Li Nêzî Koşka Spî Dengê Teqekirinê Hat Bihîstin

Bûyera teqekirinê li nêzîk Koşka Spî

Washington DC – Li gorî raporan, êvara Şemiyê dengê teqeyan li derveyî Koşka Spî hatin bihîstin; ev yek tenê demjimêrekê piştî ku Serok Donald Trump ragihandibû ku ew ser aştiya bi Îranê re nêzî îmzekirina peymanekê bûne.

Li gorî NBC News, saziya xizmetên veşartî rojnamevan bi lez birin odeya konferansa rojnamevaniyê. Rapor dibêjin ku nêzîkî 20 heta 30 dengên teqeyan hatin bihîstin, lê hêj ne diyar e ka bi rastî teqekirin pêkahtîye yan jî dengên weke teqekirinê ne hatine bihîstin.

Berdevkê Saziya Xizmetên Veşartî got ku ew haydar in li ser raporên gulebaranê li nêzî kolana (17th Street û Pennsylvania Avenue NW) ku niha hêzên ewlehîyê li cihê bûyerê lêkolînan didomînin.

Di vîdyoyeke ku rojnamevana ABC News Selina Wang di Xê de belav kir, di demekê de ku wê li ser gotinên serok Trump yên derbarê peymaneke “nêzîk” bi Îranê re diaxivî, dengên mezin hatin bihîstin û weşana zindî hate qutkirin. Wang û tîmê wê ji tirsa bihîstina teqekirinê xwe avêtin erdê.

Rêveberê Buroya Vekolînên Federal (FBI) Kash Patel di platforma Xê de ragihand ku karmendên FBI li cihê bûyerê ne, tevî karmendên saziya xizmetên veşatî ser bûye lêkolînan encam didin.