Gumanbarê Teqekirina li Nêzîkî Koşka Spî bo Nexweşxaneyê Hat Veguhastin

Hejmarek Zêrevanên Niştîmanî li kolanên nêzîkî Koşka Spî li Washington D.C, piştî bûyera teqekirinê pêkhatî, 23.05.2026

Washington DC – Karbidestekî polîs ji Reuters re got ku gumanbarekî bûyera teqekirinê ku li nêzîkî Koşka Spî pêkahtbû, ew kes hatiye girtin û bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Wî got ku gumanbar nêzîkî xaleke kontrolê ya nêzî Koşka Spî bûye û gule li polîsan reşandine.

Li gorî rayedarê polîs, ti polîsek nehatîye kuştin, yan birîndar nebûye.

Medyaya Amerîkî ragihand ku roja Şemiyê êvarê li taxê bakurê Koşka Spî teqekirin pêkaht.

Your browser doesn’t support HTML5

Belavbûna Hêzên Ewlehiyê li kolanên Nêzîkî Koşka Spî li Washington, DC

Kenala CBS ragihand ku piştî demjimêr 6ê êvarê dengê nêzîkî 20 guleyan hatine bihîstin.

Li gorî raporê, deng ji beşa cibicîkirinê yê avahîyê Eisenhower a Koşka Spî hatine bihîstin.