Heşt Kes ji ber Plana Êrîşa li ser Koşka Spî Hatin Tawanbarkirin

Sehna Zoranbazîya UFC li Koşka Spî

Heşt kes li Amerîkayê bi tawanên hewildanên êrîşên terorê û kuştinê hatin tawanbarkirin, piştî ku rayedaran planek ji bo êrîşa bi dron û nîşangir û segvanan li ser pêşangeha Zoranbazîya kevneşopî ya (UFC) di Hezîranê de li Koşka Spî hatibû lidarxistin têk bir.

Li gorî belgeya tawanbariyê ya ku li Ohio hate derxistin, bersûc bi du hewla du êrîşan tên tawanbarkirin: dabînkirina piştgiriya madî ji terorîstan re û plankirina kuştina kesan li ser axa federal, di nav de rayedarekî hikûmeta federal.

Belgeyên dadgehê diyar dikin ku plan di meha Gulanê de destpê kir, dema ku gumanbaran dest bi berhevkirina pereyan, çekan, fîşekan, alavan, teqemenîyan, dronan, amûrên bijîşkî û alavên ragihandinê kirin.

Li gor raporta AP, û belegeyên Dadgeha û FBI, di 10'ê Hezîranê de, rayedarên dadwerîyê hatin agahdarkirin ku metirsiyek gengaz li dijî çalakiya UFC ya ku Serok Donald Trump beşdar dibû heye. Ev bûyer çar roj berî pêkhatina çalakiyê hate têkbirin.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê di meha borî de jî ragihandibû ku li Ohio, Missouri, Washington, Nebraska û California de gelek dozên cezayî li ser vê komployê hatine vekirin.