Tirkîyê: Mûşeka Balistî ya Îranê ya Duyem ji Alîyê Berevanîya NATOyê ve Hat Xistin

Otombîleka leşkerî ya Tirkiyê li Gazîantepê

Wezareta Berevanîya Tirkîyê roja Duşemê got ku hêzên berevanîya esmanî ya hevpeymanîya NATOyê li rojhilatê Deryaya Spî duyemîn mûşeka balîstî ya ku ji Îranê hatibû avêtin û li qada esmanî ya Tirkîyê xistiye xwarê û hişyarî da ku ew ê bêyî dudilî gavên pêwîst bavêjin.

Ev duyemîn mûşeka balîstî ya Îranê ye ku Tirkîyê dike armanc, hefteya borî jî mûşekek Îranê ketbû nav axa Tirkîyê ku endama NATOyê ye.

Li gor ajansa Reuters, wezareta Tirkîyê di daxuyanîyekê de got ku hin perçeyên wê mûşekê li parêzgeha Gazîantepê ya başûr-rojhilatê welat ketine û di bûyerê de ti qurbanî çênebûne.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan, piştî ku çend roj berê berevanîya esmanî ya NATOyê mûşekek ber bi Tirkîyê ve hatbû avêtin û hatbnû pûçkirin, Îran hişyar kir.

Fîdan di civîneke çapemenîyê de li Stenbolê axivî û got ku Tirkîyî li dijî hemû senaryoyên ku dibe li Îranê şerekî navxweyî yê li ser bingeha etnîkî derkeve radiweste, û got ku senaryoyên weha dikarin bibin sedema pêlên koçberîyê û derketina alozîyan .