Trump: Wan Apache Xist Xwarê, Amerîka jî Berisvê Dide

Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump ser êrîşên hêzên Amerîkayê yên li dijî armancên Îranê got ku ew ji bo tolhildana xistina helîkoptereke Apache ya Amerîkî li ser Tengava Hormuzê bûn.

Di yekem şîroveyên xwe yên destpêkirina operasyona leşkerî li dijî Îranê piştî Apache xistin xwar, Trump di pêwendiyek telefonî ya bi peyamnêrê sereke yê ABC News, Jonathan Karl re got: "Ez dibînim ku bersiv bi tevahî pêwîst bû. Wan helîkopterek xist xwarê, û em niha bersiv didin."

Wî got jî "Min bawerî bi bersivdana tund heye. Min tevahiya jiyana xwe bawerîyek weha heye. Me peymanek pir baş hebû, û dibe ku hîn jî wisa be. Ev bersivek e ji bo tiştê ku wan duh bi şev kir ku helîkoptera me xist, û bawerîya min weha ye ku divê bersiv pir bihêz û pir bi bandor be, û me bersivek weha da."

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM)ê di hesaba xwe ya X'ê de peyamek destpêkê ya bersivdanê li dijî Îranê weşand û got, "Ev operasyon wek bersivek li hember xistina xwar a helîkoptera Apache ya Artêşa Amerîkayê li dijî Îranê tê meşandin. Ev mîsyon bersiveke di cî de ye ji bo êrîşkariya neheq a Îranê."

Serokê Encûmena Nûneran Mike Johnson jî di peyameke taybet de gotbû, operasyona li dijî Îranê, operasyonek hevseng û sînordar e, û armanca operasyonê ne berfirehekirina şer e.