Serokatîya Rûsyayê îro Çarşemê piştî ku Demokratan herdu civatên Kongresa Amerîkî bidest xistin got ku hêvî dike encamên van hilbijartinan bandorê li "hewlên aşîiyê" yên Serok Donald Trump binav kiriye, nekin.
Di daxuyanîyên ku ji alîyê medyaya dewletê ya Rûsyayê ve hatin weşandin de, berdevkê Kremlinê, Dmitry Peskov derbarê encamên hilbijartinan û bandora wan a gengaz li ser hewldanên Trump yên aştîyê de got ku "Em bi dilsozî hêvî dikin ku wî (Trump) hewlên xwe yên ji bo avakirina aştîyê bidomin."
Gotinên berdevkê Kremlinê di demekê de tên ku mijara rola Washingtonê di hewldanên çareserkirina şerê Rûsya û Ukraynayê de hîn jî di navenda nîqaşên navneteweyî de ye.
Rûsyayê duh Sêşemê piştrast kir ku dê di 11'ê Mijdarê de li Mîrgehên Erebî yên Yekgirtî (Îmarat) danûstandinên sêalî yên aştîyê di navbera Rûsya, Ukrayna û bi navbeynkarîya Amerîkayê de pêk bên.
Peskov, berdevkê Kremlinê, ragihandibû ku Vladimir Medinski, şêwirmendê Vladimir Putin, dê di wan danûstandinan de serokatîya şanda Rûsyayê bike.