Karên lêgerîn û rizgarkirinê li bakurê Venezuela hîn jî didomin, piştî du erdhejên bi hêza 7.2 û 7.5 ku di heman rojê de qewimîn. Li gorî raporên fermî yên ajansên navnetewî, zêdetirî 1,430 kes mirine, 3,200 kes birîndar bûne û bi 10 hezar kes hîn jî winda têne texmînkirin
Herêma La Guaira û hin deverên nêzî Caracas a paytext di nav herêmên herî zêde zirar dîtî de ne. Berdewambûna erdhejên piçûk (aftershocks) û wêran bûna rêyan û torên elektrîkê karên alîkariyê dijwar kirine.
Ji bo piştgirîkirina qurbaniyan, zêdetirî 1,600 rizgarkerên navneteweyî gihiştine Venezuelayê.
Alîkariyên herî zêde ji Amerîkayê gihane qurbaniyan, weke alîkariya lezgîn û destpêkê Amerîkayê 150 milyon dolar alîkariya mirovahî peyda kirine û zêdetirî 250 endamên tîmên rizgarkirinê, di nav wan de 3 tîmên taybet ên USAR, şandine herêmên erdhejan.
Her weha helîkopterên Amerîkî ji bo veguhastina alîkarî û tîmên rizgarkirinê têne bikaranîn.
Hêvî heye ku Washington di rojên bê de pakêtek din a alîkariyê jî ragihîne.
Desthilatdar dibêjin ku hejmarên miriyan hîn demkî ne û dibe ku bi berdewamkirina lêgerînê hejmara qurabniyan zêdetir bibe.
Di dîmenên ku di medya civakî û kanalên medya Amerîkî de hatin weşandin tîmên taybet yên rizgarkirinê ku ji Amerîkayê gihane Venezuelayê kesên sax û mirî ji bin xirbeyan dertînin. Di nav de duh zarokek sava ku sê rojan piştî erdhejan sax mabû ji bin avahiyek wêranbûyî deranî.