Witkoff û Kushner bi Zelenskyy re Axivîn

Nûnerê serokê Amerîkayê Steve Witkoff û Şêwirmendê Bilind ê Serokê Amerîkayê Jared Kushner îro Çarşemê bi telefonê bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy re axivîn.

Serok Zelenskyy li ser platforma X'ê ragihand ku ew rûniştineke baş û girîng bû li ser çawanîya xurtkirina dîplomasîyê û anîna aştîyê.

Serokê Ukraynayê tekez kir ku aştî ji bo Ukraynayê girîng e û welatê wî demeke dirêj e ji bo vê yekê amade ye.

Ji bo misogerkirina pêvajoya aştîyê li Ukraynayê, Zelenskyy eşkere kir ku Amerîka û Ukrayna di peywendîyeke nêzîk de dimînin.