Leşkerîya Amerîkî li dijî Talîbana Afganî êrîşa esmanî ya yekî pêk anî, piştî ku Serok Obama destûra hêzên Amerîkîbo êrîşkirina grubên xirabkar dirêjtir kir.
Berdevkê Pentagonê Peter Cook îro Înê piştrast kir ku êrîşên esmanî, li gor destûra nû, li başûrê Afganistanê hatine kirin û êrîş bi serketî li armancên xwe xistin.
Cook got ku êrîşên esmanî wê bibin alîkar ku hêzên Afganî bi karîgerî şerê xwe li dijî komên xirabkar bikin.
Hêjayî bîrxistinê ye Serok Obama vê mehê destûra êrîşên esmanî li dijî Talîbanê li Afganistanê nû kiribû ku hêzên Afganî bikarin şerê tundrêyan bikin.