Amerîka, Çînê jiber Rawestandina Hin Firînan Rexne Dike

Amerîka, Çîn jiber betalkirina hin firînan rexne kir.

Rêvebirîya Serok Joe Biden dîyar kir ku ew dikarin bersîva betalkirina firînan bidin.

Çîn dîyar dike ku li ser hin rêwîyên ji Amerîka COVID-19 hatiye tespît kirin û dide zanîn ku wê hin firînên ji Amerîka rawestandine.

Heta niha pirtir ji 70 firîn hatine rawestandin ku Amerîka li ser vê yekê bertekan nîşan dide.

Wezareta Veguhestinê ya Amerîka ragihand ku kiryarên Çînê dijî peymana veguhestinê ye û da zanîn ku ew bi karbidestên Çînî re danûstandinê dikin.

Çînê herî dawî do Çarşemê 6 firînên ji Amerîka rawestandibûn.

Balyozxaneya Çînê ya li Amerîka ser betalkirina firînan ti şirove nekir.

Di navbera Amerîka û Çînê heftane bi qasî 20 firîn çêdibin.