Hêzên Deryayî yên Amerîka dibêje ku wan li bakurê Deryaya Erebî, di keştîyeke masîgiran de dest danîne ser 1.400 tivingên AK-47 û 226.000 guleyan.
Fîloya 5'a ya Hêzên Deryayî di derbarê bûyerê de, daxuyanîyek ragihand.
"Hate nirxandin ku keştîya bê dewlet ji Îranê derketîye rê û di nav avên navneteweyî de, di rêyeke ku bi dirokî bo bazirganîya çekan ya neqanûnî , jibo Hûsîyên li Yemenê tê xebitandin, derbaz bûye."
Hêzên Deryayî ragihand ku tîma 5 kesî xwe wek Yemenî dane nasandin û ewê ji Yemenê re werin vegerandin.
Hevdem, hêzên Amerîka dan zanîn ku wan piştî piştrast kiriye ku keştî bo bazirganîya deryayî wek xeterî hatiye bi nav kirin.
Welatên Rojavayî Îranê bi qaçaxçîtiya çekan yên bo Yemenê tawanbar dikin da ku alîkarîya Hûsîyan bike, lê Îran vê yekê red dike.
Li Yemenê di navbera hêzên hikûmetê û serhildayên Husîyên bi piştgirîya Îranê pevçûn çêdibin.
Sana ya paytext û hin herêmên din ji 2014’an vir ve di destê Husîyan de ne.
Koalîsyona bi pêşengîya Erebistana Saudî ji Adara 2015’an vir ve dijî Husîyan piştgirîya hêzên hikûmeta Yemenê dike.