Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê Roja Sêşemê Jî Girtî Ye

Balyozxaneya Amerîka ya Enqerê ragihand ku jiber ‘’gefên ewlekarîyê’’ ewê roja Sêşemê jî girtî be.

Balyozxaneyê bi daxuyanîyeke ji ser malperê da zanîn ku ewê ser destpêkirina xizmetên balyozxaneyê piştre daxuyanîyekê bidin.

Balyozxaneya Amerîka dîyar kir ku dê tenê xizmetên demûdest bike û bang li hemwelatîyên Amerîkî kir ku dûrî avahîya balyozxaneyê bisekinin.

Tirkîyê roja Duşemê dîyar kiribû ku çar kesên ku amadekarîya êrîşeke dijî Balyozxaneya Amerîkî dikin, li Samsunê desteser kirine.