Amerîka Piştgirîyê Dide Protestoyên Dijî Rejîma Îranê

Protestoyên li Îranê, ku roja Înê jiber buhakirina benzînê destpê kiribû, li 100 bajarên wî welatî belav bû.

Ajanseke nîvfermî ya Îranê ragihand ku pirtirê 87,000 kes beşdarî protestoyan bûne û wan zêdetirê 100 banka û dikan talan kirine.

Li gor ajansê di xwepêşandanan de bi kêmî ve 3 kes hatin kuştin û bi qasî 1000 kes jî hatin desteser kirin.

Qesira Sipî bi daxuyanîyekê da zanîn ku Amerîka piştgirîyê dide ‘’protestoya aştîyane ya gelê Îranê ya dijî rejîmê’’

Di daxuyanîyê de ‘’hêza kujer’’ ya karbidestên Îranê û sînordarkirine rêkên peywendîyê hat şermezar kirin.

Koma NetBlocks, ku înterneta li cîhanê dişopîne, dîyar kir ku Îranê sînordarkirina herî giran ya heta niha çêkiriye.

Netblocks da zanîn ku Tehran bi vê yekê maf û azadîyên bingehîn yên Îranîyan ‘’bi awayekî cidî’’ binpê dike.