Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka bi Vîrusa Korona Ketiye

Mayorkas Miami

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî ya Amerîka Alejandro Mayorkas bi vîrusa korona ketiye.

Wezareta Ewlekarîya Navxweyî (DHS) ji Twitterê ragihand ku Mayorkas roja Sêşemê berî serdanekê testa xwe ya vîrusa korona kiriye û ew pozîtîf derketiye.

DHS’ê da zanîn ku Mayorkas temamê vaksînan li xwe dane û li gor rêzikan ew dê li malê di karantînê keve û ji wir bişixule.

Li ber bû ku Mayorkas bi Wezîrê Derve Antony Blinken re biçûya Kolombîya lê ew dê ji malê bixebite.