Amerîka Du Dîplomatên Kuba ji Welêt Derdixe

Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku wan ji du dîplomatên Kuba xwestiye ku ji Amerîka derkevin.

Wezaretê bi daxuyanîyekê dîyar kir ku wan tespît kiriye du dîplomatên Kuba yên di Nûnertîya Neteweyên Yekbûyî (NY) de dijî Amerîka kar kiriye.

Berdevikê Wezareta Derve Morgan Ortagus got ku ku ew bi baldarî li hemî helwestên dijî Amerîka dinêrin û da zanîn ku ew ser karmendên din jî lêpirsînê didomînin.

Ortagus dîyar kir ku wan bo hemî karmendên Kuba yên li New Yorkê sînordakirina rêwitîyê ragihandiye.

Wî da zanîn ku karmendên kubayî tenê dikarin li Girava Manhattan ya navenda NY’ê lê doş bibin.