Nûnerên Amerîka û Rûsya li Fînlandîya Kom Dibin

Serokomarê Fînlandîya û Thomas Shannon

Musteşarê Wezareta Derve ya Amerîka Thomas Shannon, bo bi Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Ryabkov re kom bibe çû Fînlandîya.

Armanca hevdîtinê, kêmkirina girjîya di navbera Amerîka û Rûsya de ye.

Shannon, berî bi Ryakov re bicive, li Helsînkî ya paytaxt bi Serokomarê Fînlandîya Sauli Niinisto re kom bû.

Shannon, bo girjîya di navbera her du dewlet de kêm bike, di serê 2017'an de jî bi Ryabkov re civîyabû.

Her du nûner, ser girtina mîsyonên dîplomatîk û dersînorkirina dîplomatan axifîbûn.

Serokomarê Fînlandîya, di dawîya Tîrmehê de bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re û di 28'ê Tebaxê de jî bi Serokê Amerîka Donald Trump re kom bûbû.