Amerîka ji Erebîstana Saudî Dixwaze ku Hindabûna Cemal Xaşiqcî Vekole

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka dîyar kir ku Serok Trump dê bi karbidestên Saudî re ser rewşa rojnamevan Cemal Xaşiqcî biaxife.

Nauert bang li Erebîstana Saudî kir ku hindabûna Xaşiqcî vekole.

Xaşiqci herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû hindûrê Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Li ser pirsa ‘’Xaşiqcî sax e yan na?’’, Nauert dîyar kir ku li gor agahîyên di destê wan de ew hîn negêhiştinê ti encamê, lê ew vê mijarê ji nêz vê dişopînin.