Amerîka: Hêjmara Pêketîyên Vîrusa Korona 10,000 Derbaz Kir

Hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li seranserê Amerîka 10,000 derbaz kir.

Tomarên Zanîngeha Johns Hopkins nîşan didin ku hejmara pêketîyan di du rojên dawî de du qat zêde bûne.

Walîyê New Yorkê Andrew Cuomo dîyar kir ku hejmara pêketîyên vîrusa korona di rojekê 1769 zêde bûye û li wê eyaletê hejmara piştrastkirî yên pêketîyan bûye 4152.

Pisporên saxlemîyê dibêjin ku hejmara pêketîyan dibe ku hîn zêdetir be û bi bikaranîna testan ewê hejmara piştrastkirî pirtir derkeve.

Hejmara pêketîyên piştrastkirî yên li Amerîka di 1’ê Adarê de li dora 100’î bû.