2 Leşkerên Amerîkî li Afganistanê Hatin Kuştin

Hêzên Amerîkî li Afganistanê

Pentagon dibêje ku 2 endamên leşkerîya Amerîkî, di êrîşeke dijî DAIŞ’ê de li rojhilata Afganistanê hatin kuştin, leşkerekî din jî birîndar bû.

Daxuyanîya Pentagonê dide zanîn ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de hêzên Amerîkî bi artêşa Afganî re, di operasyoneke hevbeş de bûn.

Demeke zûtir ya vê mehê firokên Amerîkî bombeya herî mezin avêtibû ser weşartgeheke DAIŞ’ê li Nangarhar û 92 çekdarên wê rêxistinê kuştibûn.