Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Sêşemê malpereke nû ya Hişberîya Çêkirî (AI) ragihand.
Serok Trump li Washingtonê gotarek pêşkêş kir û bi awayekî fermî malpera "America.gov" ragihand ku tê de hemû xizmetên hikûmeta Amerîkayê hene û bi alîkarîya AI, welatîyên li Amerîkayê dikarin bi awayê herî hêsan karên xwe bikin.
Di vê malperê de bi alîkarîya alavên pêşketî yên AI, welatîyên Amerîkayê dikarin piranîya karên xwe yên fermî bi hêsanî di telefona xwe de çareser bikin.
Serok Trump herwiha got ku sîstema hikûmetê ya kevn û burokrasî êdî “mirî ye.”
Trump di axaftina xwe de destnîşan kir ku Îran ti carî nabe xwedî çekên navokî.
Berpirsên Amerîkî dema ku li Serok Trump mêze dikin di dema pêşkeşkirina malpera "America.gov" de
Wî herwiha got ku şerê bi Îranê re dê di demeke nêz de bidawî bibe û bi vê yekê re dê bihayê neftê jî dakeve.
Trump diyar kir ku ev nûbûna hikûmetê tenê destpêk e û nîşan dide ku em dikarin bi 'Zîrekîya Bilind' (Super Intelligence - SI) çi bikin.
Wî diyar kir ku ew naxwaze jê re bibêjin "Hişberîya Çêkirî," ji ber ku ev zîrekîyeke mezin û serdest e, loma navê wê yê fermî dê bibe "SI."