Kesekî ku 70 Hezar Dolar ji bo Daiş’ê Şandibû li Amerîkayê Sûcdar Hat Dîtin

Dadgeheke federal li Brooklyn a New Yorkê, roja Sêşemê Mensûrî Manoçehrî, ku bi navên “Mensûrî Manoçehrî” û “Manîçehr” jî tê naskirin, li ser çar tawanan sûcdar dît.

Wezareta Dadê ya Amerîkayê daxuyanîyek belav kir û ragihand ku ew bi plankirina alîkarîya darayî ji bo Daiş’ê û Daişa Xurasanê, hebûn û plankirina bidestxistina çek û cebilxaneyê dema ku bi awayekî neqanûnî li Amerîkayê bû, û dana agahîyên derew ji bo karmendên federal hat tawanbarkirin.

Di 30’ê Cotmeha 2026’an de, Manoçehrî li ser tawana pêncemîn a xapandina koçberîyê ya derbarê zewaceke derew a di navbera wî û welatîyeke Amerîkî de sûcê xwe qebûl kir.

Dozgerê Amerîkayê yê Herêma Rojhilat a New Yorkê Joseph Nocella Jr. got: “Tawanbar pere ji Daiş’ê re şandin, ku rêxistineke terorîst a xwînrmij e, û di heman demê de bi çekên êrîşê perwerde wergirtibû û ji hevalên xwe re digot: ‘Ez amade me.’”

Di Hezîrana 2016’an de, Manoçehrî ji Tacîkistanê bi vîzeya geştyarîyê hat Amerîkayê û piştî ku vîzeya wî di Kanûna 2016’an de qedîya, bi awayekî neqanûnî li Amerîkayê ma.

Dema ku li Amerîkayê bû, Manoçehrî vîdyoyên propagandaya cîhadî kom kirin û piştgirîya xwe ji bo Daiş’ê nîşan da.

Wî pesnê êrîşên berê yên Daiş’ê li Amerîkayê da, wekî êrîşa bi kamyonê ya Cotmeha 2017’an li New Yorkê ku tê de heşt kes hatibûn kuştin û gelek kesên din jî bi giranî birîndar bûbûn.

Ji Kanûna 2021’an heta Hezîrana 2023’an, dema ku li Brooklyn a New Yorkê dijîya, Manoçehrî şandina nêzîkî 70,000 dolarî ji bo hevkarên Daiş’ê yên li Tirkîyê û Sûrîyê hêsan kiribû.

Di nav wan de kesek hebû ku paşê ji alîyê rayedarên Tirkîyê ve bi gumana tevlîbûna di êrîşa terorîstî ya Çileya 2024’an a li ser dêreke li Stenbolê de hat girtin, ku Daişa Xurasanê bi eşkere berpirsiyarîya wê girtibû ser xwe.

Di heman dema şandina pereyan de, Manoçehrî çek bi kar anîn û gelek caran çû meydanên guleavêtinê, tevî ku wekî kesekî neqanûnî li Amerîkayê ev yek jê re qedexe bû.

Di Şibata 2022’an de, wî vîdyoya xwe tomar kir dema li meydaneke guleavêtinê li New Jersey bi çekê êrîşê gule diavêtin û ew vîdyo ji yek ji kesên girêdayî Daiş’ê li Tirkîyê re şand û peyama “Spas ji Xwedê re, ez amade me, bira” pê re nivîsand.

Dadwerek dê di rûniştineke paşê ya dadgehê de cezayê wî yê dawî diyar bike. Li gor Wezareta Dadê ya Amerîkayê, dema ku ceza li ser her pênc tawanan bê birîn, ew rûbirûyê cezayê herî zêde yê heta 55 salan zîndankirinê dibe.