Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê diyar kir ku ew bawer nake şerekî berfireh ê nû ligel Îranê dest pê bike.
Serok Trump piştî civîna NATO'yê ya li Enqereyê ji rojnamevanan re got, "Ez bawer nakim şer ji nû ve destpê bike.
Donald Trump Serokê Amerîkayê got, "Bi dîtina min her tişt wê pir zû bidawî bibe. Wan êrîşî çend keştiyan kir, ji ber vê yekê me jî derbeke pir girantir li wan xist."
Trump herwiha got, "Çi bibe bila bibe, wê pir zû bidawî bibe û ev yek herêmê ewletir dike, ji bo neftê jî."