Serok Trump Medalya Rûmetê Dide Çend Efserên Xanenişîn

Trump Medal of Honor

Serokê Amerîkayê Donald Trump di merasîmeke taybet de Medalya Rûmetê pêşkeşî du efserên xanenişîn û kesûkarên efserekî din ê Artêşa Amerîkayê kir.

Trump roja Pêncşemê di dema xelatkirina efserê xanenişîn James Capers Jr. de got: “James yek ji baştirîn şervanên Amerîkayê ye ku ketîye nav Hêzên Deryayî. Di şerê Vêtnamê de, pileya wî pir zû hat bilindkirin û ev tiştekî asayî nebû. Ew di dîroka Amerîkayê de bû yekem leşkerê Amerîkî-Afrîqî ê Hêza Deryayî ku di dema şer de pileya wî bi vî rengî hat bilindkirin. Gelek spas James!”

Herwiha di vê merasîmê de, Serok Trump Medalya Rûmetê kesûkarên John Ripley ji bo leşkerî ya wî ya di şerê Vêtnamê de. Erkê wî rûxandina pirekî li gundê Dong Ha bû. Wî bi tenê serê xwe nêzîkî 226 kîlo madeyên teqîner bi ser pirê û rê li êrîşên dijmin girt.

Paşê Medalya Rûmetê hate dayîn bo Nicholas Dockery ji bo leşkerîya wî ya li Afganistanê di sala 2012'an de. Gava tîma wî di bin êrîşa giran a Talîbanê de bû, wî canê xwe xist metirsîyê û sê leşkerên birîndar rizgar kirin.

Medalya Rûmetê xelatekî taybet e ji bo Artêşa Amerîkayê. Ev xelat tenê ji bo wan leşkeran e ku xizmetên pir mezin û nexşandî dikin, û canê xwe dixin metirsîyê da ku rê li ber serkeftina artêşê vekin û li dijî dijminan şer bikin.