Xezîneya Amerîkayê Jêderên Darayî yên Hizbullahê Asteng Dike

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê Îro Sêşemê ragihand ku Ofîsa Samanên Biyanî ya wezaretê, pêngavên astengkirina 2 hêlên cuda yên misogerkirina ewlehîya aborî ya Hizbullah dihavêje.

Xezîneya Amerîkayê li ser tora X'ê ragihand ku, “Hizbullah diravî bi hevkarîya rejîma Îranê û herwiha bikaranîna kerta weberhênana nefermîya Lubnanê qezenc dike.”

Wê ceza li ser kompanîya “Jood SARL” ya gohartina dirav û zêr ku di bin çavdêrîya sazîya “"el-Qerd el-Hesen" a Hizbullahê de kar dike.

Xezîneyê herwiha tekez kir ku Amerîka rijd e li ser piştgirîya dewlet û gelê Lubnanê bi eşkerekirina alîkarîyên rejîma Îranê bo Hizbullah ku zêdegavî ye li serwerîya Lubnanê.