Leavitt: Îran Dixwaze bi Amerîkayê re Peymanekê Îmze Bike

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavitt îro Pêncşemê ji rojnamevanan re ragihand ku Îran danûstandinên xwe yên bi Amerîkayê re didomîne û dixwaze peymanekê îmze bike.

Leavitt diyar kir ku ji ber ku Îranê peymana bi Amerîkayê re binpê kir, wan di van çend rojên dawî de êrîş birin ser Îranê.

Wê herwiha eşkere kir ku li gor peymana ku Amerîka û Îranê îmze kiribû, mafê Îranê tunebû êrîşî keştîyên bazirganîyê yên li Tengava Hormuzê bike.

Leavitt got ku Tengava Hormuzê ji bo keştîyên ku naçin benderên Îranê û ji wir nayên, vekirî ye.

Wê herwiha diyar kir ku Hêza Deryayî ya Amerîkayê li wir e da ku ewlekarîya van keştîyan biparêze.