Raport: Amerîka Dîplomatên Xwe Vedigerîne Rojhilata Navîn

Rojnameya New York Times îro Sêşemê di raportekê de got ku Wezareta Derve ya Amerîkayê xwe amade dike da ku dîplomatên xwe vegerîne balyozxaneyên li Rojhilata Navîn.

Raport behsa karmendên dîplomasî yên Amerîkî dike ku ji meha Sibatê ve, berî şerê ligel Îranê û di dema şer de, neçar mabûn ji herêmê derkevin.

Li gor raporta New York Times, vegera dîplomatên Amerîkayê û kêmkirina tedbîrên awarte yên li balyozxaneyên herêmê dibe ku di vê hefteyê de destpê bike.

Balyozxaneyên ku karmendên wan dê dîsa zêde bibin ev in: Îsraîl, Libnan, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdun, Oman, Îraq (di nav de Herêma Kurdistanê) û Kuweyt.