Rubio: Amerîka Stratejîyeke Nû li Dijî 'Terorîzma Çepgir' Ava Dike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Pêncşemê li Washingtonê bi nûnerên zêdetirî 60 welatan re civîya. Armanca vê civînê gotûbêjkirina metirsîya "terorîzma çepgir" bû ku li “cîhanê belav dibe.”

Di dema civînê de, Rubio gotarek pêşkêş kir, tê de derbarê terorîzma çepgir hişyarî da û got ku “Îro roj, terorîstên çepgir dikarin pereyan li welatekî bidin hev û li welatekî din peywendîyên xwe birêve bibin.”

Wî herwiha diyar kir ku “Terorîstên çepgir dikarin li welatekî perwerdeyê bibînin û li welatekî din mîlîtanan bînin nav xwe, û paşê welatekî din bikin armanc. Lewra me ti bijare nîne ji bilî ku em bi hev re rûbirûyê vê metirsîyê bibin.”

Rubio bang li nûnerên welatên beşdar kir ku "divê em bi hev re bixebitin da ku sînorên xwe biparêzin, wekî din terorîst dê valahîyên di nav van sînoran de ji bo xwe bikar bînin."

Rubio ragihand ku ji bo şerê li dijî terorîzma çepgir, di bin serokatîya Serokê Amerîkayê Donald Trump de, Amerîka cara yekem e ku binesazî, hevkarîyên nû û stratejîyekê ava dike da ku vê terorê têk bibe.

Rubio herwiha eşkere kir ku “Serok Yadeşta Serokatîyê ya Ewlekarîya Niştimanî Hejmar 7 îmze kir, tê de stratejîya berfireh ya vekolîn û rêgirtina toreyên Antîfa û hevalbendên wan nîşan dide.”