Amerîkayê Cezayên Nû Danîn ser Bankeke Rûsî ji ber Alîkarîya Îranê

Wezareta Xezîneya Amerîkayê îro Duşemê cezayên aborî danîn ser banka Rûsî ya bi navê VTB Bank.

Amerîkayê ev bank tawanbar kir ku alîkarîya Îranê kiriye da ku cezayên aborî derbas bike.

Kompanîya VTB Bank berê jî di sala 2022’an de, ji ber şerê Ukraynayê ji alîyê Amerîkayê ve hatibû cezakirin.

Ev cezayên nû yên ser kompanîya VTB Bank, ji ber operasyoneke aborî ya bihêz a rêveberîya Serokê Amerîkayê Donald Trump a bi navê “Operasyona Îzolekirina Aborî” hatin danîn, ku di 24’ê Tebaxê de destpê kiribû.