Washington Rê Dide Kompanîyên Amerîkî ku li Sûrîyê Kar Bikin

Map of Syria

Balyozxaneya Amerîkayê li Sûrîyê raporteke nû belav kir ku agahîyên berfireh li ser bazara Sûrîyê pêşkêş dike.

Li gor balyozxaneyê, ev raport nîşan dide ku Amerîka Sûrîyê wekî derfeteke nû ya ewle ji bo bazirganîyên berpirsîyar dibîne.

Balyozxaneya Amerîkayê li ser X’ê îro Înê ragihand ku piştî rakirina cezayan, di salekê de li Sûrîyê bêhtirî 18,000 karsazî li Şamê dest bi kar kirine, 1.5 milyon penabar vegerîyane û bi milyaran dolar ji bo karên nû hatine amadekirin.

Balyozxaneyê tekez kir ku di warê elektrîk, petrol, teknolojî, telefon, xanî û bankeyan de derfetên mezin hene. Kompanîyên Amerîkayê jî ji ber ku xwedî amûr û zanyarîyên nûjen in, dikarin bi hêsanî kêmasîyên li Sûrîyê çareser bikin.

Li gor balyozxaneyê, ev raport rê dide kompanîyên Amerîkayê û alîkarîya Sûrîyê dike da ku peywendîyên aborî yên siberojê ava bike.