Tirkîye û Îraqê Ji Ber Cezayên Amerîkayê Geştên Bo Îranê Betal Kirin

Kompanîyên Hêlên Esmanî yên weke; Turkish Airlines, AJet û Pegasus ji 21’ê Îlonê pê ve hemû geştên xwe yên ji bo Îranê û derketina ji Îranê betal kirin.

Ev biryara betalkirinê ji ber cezayên nû yên Amerîkayê yên ku li ser firokên Îranê hatine danîn hatine bicîanîn.

Li gor rojnameya Turkiye Today, malparên Turkish Airlines û Ajetê nîşan dide ku heta Adara 2027’an ti geştên ber bi Îranê ve nayên plankirin.

Pegasusê jî hemû rêyên xwe yên Îranê ji sîstema bilêtbirînê rakirîye.

Piştî cezayên nû yên Amerîkayê, Îraqê jî rê li ber firokên Îranê girt.

Rêveberîya Serok Donald Trump di 2’yê Îlonê de operasyonek bi navê “Operasyona Îzolekirina Aborî” ragihand. Bi vê biryarê re, Amerîkayê cezayên nû danîn ser sektorên di warê esmanî, deryayî, teknolojî, zêr û pereyên dijîtal de.

Di destpêka operasyonê de, Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent got ku armanca wan ew e ku hemû çavkanîyên diravî yên Îranê rawestînin.

Bessent hişyarî da ku her bank an sazîya alîkarîya Îranê bike, ê di sîstema diravî ya Amerîkayê de bê qedexekirin.