Trump Nûçeyeke Sêdaredana Xortekî 19 Salî yê Îranî Parve Dike

Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Duşemê, posteke Mesîh Elînejad a li ser sêdaredana Erfan Esfendîyarî belav kir.

Serok Trump li ser platforma Truth Social ev babet parve kir, ku li ser Esfendîyarî yê 19 salî ye.

Esfendîyarî ji alîyê rejîma Îranê ve hatibû girtin û bi tawana veşartina xwepêşanderên xwepêşandana Çileyê 2026'an hatibû tawanbarkirin. Ew roja Yekşemê 19'ê Tîrmehê hat sêdaredan.

Elînejad eşkere kir ku Esfendîyarî "ti kes nekuştiye" û "çek jî hilnegirtiye."

Mesîh Elînejad rojnamevan û çalakvanaeke naskirî ya Îranî ye. Ew li Amerîkayê dijî û ji bo mafên jinan li Îranê xebatê dike.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ji meha Adarê ve herî kêm 23 kesên ku têkilîya wan bi xwepêşandanên Çileya 2026'an re hebû, hatine sêdaredan.