Trump Hişyarîya Lêdana Binesazîya Îranê Dide

Trump US Lebanon

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku ji niha û pê ve, her carê ku rejîma Îranê li Tengava Hormuzê êrîşî keştîyekê bike, çi bi mûşek, dron yan bi her çekekî din be, Amerîka dê wek bersiv pirekê yan bingeheke elektrîkê ya Îranê “bombe bike û hilweşîne.”

Serok Trump li ser platforma Truth Social hişyarî da ku pir û bingehên elektrîkê yên li hundir û derdora paytextê Îranê Tehranê dê bibin armanc.

Serokê Amerîkayê herwiha doh Sêşemê hişyarî dabû ku Amerîka dê "di nêzîk de" êrîşeke giran li binesazîya navokî ya binê erdê ya Îranê ya li Çîyayê Pîkaksê bixe.

Ev daxuyanîya Serok Trump rojekê piştî wê yekê tê ku CENTCOM’ê pêla 11’an a êrîşên xwe yên li ser Îranê qedand û Îran bi berdewamî êrîşî welatên Kendavê û Rojhilata Navîn dike.

Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro Çarşemê di civîna Wezîrên Derve yên Komeleya Neteweyên Başûrê Rojhilatê Asyayê (ASEAN) de got ku Amerîka hîn jî amade ye ji bo bidawîkirina krîza Îranê danûstandinan bike, lê Tehran li ser danûstandinan ne rijd e.